1. destpêka medeniyet û modernîteyê ye.. heta tirşik tunebû, em hemû mirovên hov û dinyanedÎtî bÛn, lê piştî ku tirşik derket û em ji bo dergaha xwe qebûl kirin, me werara xwe temam kir û em gihiştin kemalê.. * |
|
14.06.2014 20:37 |
endazer
|
2. bi rastî jî (hevoka 'bi rastî jî' bi xwedê bi rastî jî xweşa min naçe lê hevokeke din nayê bîra min) gelek ji gelektirîn kêrhatî bû ji bo min. piştî tirşikê êdî rehetir û hêsantir dikarim hevokeke girîft saz bikim her çendîn dîsa jî ne li gorî dilê min be hewl didim ku li ser tirşikê û bi tirşikê hêla îfadekirinê ya kurdiya xwe baştir û tequztir bikim. min navê ku bikevim klîşeyan, beriya tirşikê min bi pirranî kovar û pirtûk û rojnameyên kurdî dixwend û li ser feysbûkê bûyerên rojane yên bi kurdî dişopand, û bi vê sekn û tevgerê min kurdiya xwe pêşve dibir lê niha amûra min a sereke û bingehîn tirşik e. ji bela ku kombersa min tune bi dil û daxwaza xwe nikarim sûd jê werbigirim li ser telefonê dikevim, li ser telefonê xwendin hêsan e lê nivîsandin gelek zehmet e. dema peyemeke dirêj dinivîsim dikarim bêjim ku nêzikî nîv saet dema min dihere du saet bi çikçika telefonê, peyamên dirêj li serê xwe dikim emel pirri caran di nîvê de dihêlim ji qehra. jixwe çavên min xirakirî ne ez lens bi kar tînim ji bo cihên dûr bibînim. bi lensê dûr dibînim de vêca dîtina cihên nêzîk dibin êşkence çavê mariv zû dibetilin hetta saeteke şûnde her cih şolî dibe( min vêya çima qal kir nizanim ez dibêm qey min xwest peyamê dirêj bikim û serê we gêj bikim) |
|
14.06.2014 23:09 |
ferhenga şikestî
|
3. (bnr: sloganên ji bo danasîna tirşikê di twîtterê) |
|
15.06.2014 08:42 |
simurg56
|
4. şixÛlandina dersan zehmettir bû * |
|
15.06.2014 20:15 |
brusk56
|
5. direng diçim mal. |
|
15.06.2014 22:22 |
ciwanpiroz
|
6. erê, wekî te, wekî her kesî, piştî tirşikê jiyana min jî guherî.. |
|
30.03.2015 22:35 |
ferhenga şikestî
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |